Di sala 1961'an de li gundê Sêvika (Bildûx) giredayî qeza Cîhanbeylî ya Qonyayê hate dinê. Di sala 1983'an de li Enqerê Ûnîversîta Gazî beşa têkiliyên navnetewî teva kir. Di sala 1989'an de çû Swêdê û hîn jî li Stockholmê dijî. Heta niha yek bi Tirkî (Palme, PKK ve Gladio), heft jî bi Kurmancî, heşt pirtûkên wî yên bi piranî lêkolîn in nivîsi- ye. Di derxistina kovara Veger de pêşengî kir; di kovara Avaşîn û gelek rojnameyan de nivîsên wî hatin weşandin. Demeke dirêj berpirsiyartiya rojnameya Azadiya Welat ya li Skandinavyayê kir. Demekê di meclîsa jêr a Wezereta Kar ya Swêdê de wek encûmen kar kir. Gelek sal in ku di rêvebiriya Înstîtuya Kurd ya li Stockholmê û di nava KNK' yê de cih digre. Iro endamê meclisa wilayeta Stockholmê û di belediya Skärholmen ya Stockholmê ya jêr de encumen e.