Çapa duyem a berhema Ahmed Muxtar Caf, "Meseleya Wijdanê an jî ez çawa bûme xanedan?" din av weşanên Avesta de derket. Ev vegotin, yek ji mînakên destpêkê ê pexşana kurdî / soranî ye. Ahmed Muxtar Begê Caf, ev serpêhatî li derdora salên 1927-1928an de nivîsandine. Kurê Wesman Begê Caf û Adîle Xanim e. Demekê di parlemana Iraqê de mebûsî jî kiriye. Bêhtir bi şi'rên xwe tê naskirin û naveroka şi'rên wî bi giştî kurd û Kurdistan in. Di vê vegotina kurt de Ahmed Muxtar nexweşiyeke kevn a civakên rojhilat nîşanî me dide, dejenerasyon û xirecira îdarekirina jiyana civakî ku hê jî li ba me û li gelek welatên din guncav e, radixe ber çavan. (Tanıtım Bülteninden) Sayfa Sayısı: 88 Baskı Yılı: 2015 Dili: Türkçe Yayınevi: Avesta Yayınları