Nûbar-Wezîrê Nadirî Dema ku meriv li hûnandina hîkayeyan Nûbara Wezîrê Nadirî û li vegôtin û têkiliyên lehengan dinêre, meriv bi awayekî zelal û aşkere dibîne ku hîkayeyên wî di asta hîkayeyên modern ên Ewrûpayî de ne. Ji ber ku heta salên çapkirina vê kitêba bi navê Nûbarê, hîkayeyên modern ên Kurmancî nehatibûn nivîsandin, loma meriv dikare bêje ku hîkayeyên Wezîrê Nadirî yekem hîkayeyên modern ên Kurdî ya Kurmancî ne. Çawa ku romana Kurdî ya Kurmancî ya yekemîn ji hêla Qafqasê, ji nav Kurdên Ermenistanê derket, her wisa jî hîkayeyên modern ên bi şêwaza Ewrûpayî jî ji nav Kurdên Ermenistanê derketine. Ev rastî, cihê Wezîrê Nadirî di dîroka hîkayeya modern a Kurdî de bi awayekî eşkere û girîng nîşan dide. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Wezîrê Nadirî vir bitikînin