Sînor-Xurşîd Mîrzengî Sînor, di bedena civata me de birîneke pir kûr e. Neyaran, welatê me kirine kerî û parî. Di nava bax û baxçeyên me de sînor kişandine. Xal li Binxetê, xwarzî li Serxetê maye. Di 1952an de Tirkiye ket nava hêza NATOyê û bi mayinên NATOyê sînorê nava xwe û Sûrî seranser mayin kir. Ew şev dê sê welatperwer ji Binxetê derkevin Serxetê. Xêncî mayinan têlstirî honandine. Li pişta têlan kemîn û kozikên leşkerî leşkerdagirtî ne. Heta niha bi hezaran Kurd di vî sînorî de telef bûne, kulek û seqet mane. Ev roman qala hurmîn û gurmîna yek şeveke vî sînorî dike. Temamê romanê qala şeveke SÎNOR e. Heyecan, huner, mêrxasî û hêjayî xwendinê ye. Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınevi vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Xurşîd Mîrzengî vir bitikînin